Bombe bi tirimbîleke endamekî partiyeke Rojhilatê Kurdistanê teqiyaye.
Polîsê Hewlêrê ragihand ku êwara roja pêncşemê, bombeyek ku di bin tirimbîleke endamekî partiyeke Rojhilatê Kurdistanê de hatibû danan, teqiyaye û di encama teqînê de 3 kes ku her sê ji wan endamên partiyeke Rojhilatê Kurdistanê ne birîndar bûne û birîna du ji wan gelek sextet.
Polîsê Hewlêrê diyar kir ku ew kesên ku bombe bi wan re hatiye teqandin, dohê ji Silêmanî vegeriyane lewre goman heye ku ev bombe li wan deveran di bin tirimbîla wan de hatibe danan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin