Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin bi çarçoveya axaftina xwe ya salane de ji bo endamên Meclîsa Federal ya parlamentoya Rûsyayê diaxive.
Putin di axaftina xwe ya Meclîsa Federal de wekî salên berê behsa encamên sala borî dike û dê planên xwe yên ji bo siberojê bîne ziman.
Li gorî destûra Rûsyayê, divê serokê dewletê her sal nirxandinên wek raportekê siyaseta derve û hundir û axiftinên Meclisa Federal dide. Ev axiftina ku xwedan aliyekî îdeolojîk e jî, tê de pêşniyarên berbiçav tên rojevê.
Ji aliyê din ve, giringiyeke din a axiftina Pûtîn a Meclisa Federal heye. Nexasim axiftina îsal di demeke wiha de tê kirin ku gelekî nêzîî hilbijartinên serokatiya dewletê yên di 18ê Adarê de bi rê ve diçin. Lewra gelek kes dibêjin ku axiftina Pûtîn a îsal wek programeke hilbijartinê jî dinirxînin.
Îsal ev axiftin berovajî hersalê ne li salona Grigoryevskiyê ya li Kremlinê tê kirin lê li salona manejê ya li derveyî Kremlinê tê kirin. Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov sedema vê jî wiha rave dike ku hejmara vexwendiyan gelekî zêde ye û teknolojiyeke wiha li salona Grigoryevskiyê ya ku wek mîrateke dîrokî dihesibe heye ku mirov dikare dîmenên cuda li ser ekranan nîşan bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin