Daxwaz ji YE û NATO tê kirin mudaxeleya Tirkiyeyê bikin

daxwaz ji NATO û YEê tê kirin daku mudaxeleya Tirkiyeyê bikin
کوردستان TV
100%

Parlamentera Alman Sevim Dagdelen bangî NATO û Yekîtiya Ewrûpayê kir û ragihand ku divê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê were rawestandin.

Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Sevim Dagdelen di axaftina xwe ya televîzyona ZDFê de bertek nîşanî operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li hemberî Efrînê da û got: "Tirkiye bi operasyona xwe ya leşkerî li herêmê sivîlan hedef digre. Divê operasyon were rawestandin."

Sevim Dagdelen di berdewamiya axaftina xwe de bertek nîşanî operasyonê da û got: "Mafê Tirkiyeyê tineye ku têkeve Efrînê. Divê dewletên endamên NATO û Yekîtiya Ewropayê di vê mijarê de mudaxeleya Tirkiyeyê bikin û operasyon kêlî berî kêliyekê were rawestandin.”

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.