Tirkiye li hember daxuyaniyên Amerîkiyan dilgirane

tirkiye dibêje Amerîka biryara NY bi şaşî xwendiye
کوردستان TV
100%

Wezareta Derve ya Tirkiyê ser gotinên Beredevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert, ku diyar kiribû ku axa Efrînê di nav Sûriyê de ye û divê operasyona li wir raweste, bertek nîşan da.

Nauert dabû zanîn ku divê karbidestên Tirkîyê biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jinûve bixwînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy da zanîn ku di biryara NY’ê de Efrîn tune û Nauert ‘’birayarê bi awayekî şaş dinirxînê’’

Aksoy diyar kir ku Artêşa Tirkîyê li Sûrîyê bo yekîtiya axa wî welatî û terorîstên dijî Enqerê şer dike û Tirkiye ne alîyê şerên li Sûriyê ye’’ Wî da zanîn ku li gor xala 51’an ya NY’ê, Tirkiyê bi awayekî rêwa berevanîya axa xwe dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê bang li Amerîka kir ku ‘’dest ji piştgiriya terorîstan berde û êrîşên rejîmê yên dijî sîvîlan rawestîne’’

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.