Amnesty International: Li Efrînê sivîl tên kuştin

tirkiye li Efrînê sivîlan dikuje
کوردستان TV
100%

Rêxistina Lêborîna Navneteweyî (Amnesty International) rexne li Operasyona Efrînê ya Tirkiye kir, ku di encama bordûmanan de gelek welatî yên sivîl bûn e qurbanî. Amnesty herweha ragihand ku, di encama êrîşên mûşekî yên YPG de jî sivîl li devera Ezaz bûn ê qurbanî.

Rêxistina Lêborînê banga xwe gihand Rusya, Amerika û welatên din da fişarê li Tirkiye bikin ji bo bidawîanîna Operasyona Efrînê. Amnesty destnîşankir ku, Artêşa Tirk û hevalbendên wê bêyî liber çav girtina sivîlan Efrînê bordûman û topbaran dike û bi dehan sivîl jiyana xwe jidest dan e. Ev yek jî li derveyî yasayên navneteweyî binav kir.

Ligor rapora Amnesty YPG jî mûşek avêtin e Ezazê û li wir xelkên sivîl bûn e qurbanî.

Operasyona Efrînê di roja xwe ya 40an de ye û ligor amarên Rêvebiriya Efrînê heta niha di encama Operasyona Tirkiye dijî Efrînê de nêzîkî 200 sivîlan jiyana xwe jidest da ye.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.