Tirkiye vê carê gef li Komara Çek dike

komara çek tirkiye vala derxist
کوردستان TV
100%

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Bekir Bozdag li ser biryara berdana Hevserokê berê yê PYDê û Berpirsyarê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim got "Biryar dijî peymana hiqûq navdewletî ye. Ev biryar dê bandorê li ser têkiliyên navbera Tirkiye û Komara Çek bike."

Li ser biryara berdan Muslim Tirkiyeyê berteka ewil da. Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê û Cîgirê Serokwezîrê Tirkyiyeyê Bekir Bozdag daxuyanî da rojnamegeran û bertek nîşan da:

"Biryara hatî dayîn li dijî hiqûqa navdewletî ye. Ev biryar dê bandorê li têkiliyên bi Çekyayê re bike."Ev biryar bi awayekî eşkere piştgiriya terorê ye. Biryarên wiha bi hiqûqê nayên îzahkirin û siyasî ne. Li dijî Tirkiyeyê piştgiriya çalakiyên terorê tê kirin. Ger riayetî hiqûqê bihata kirin divê ji bo radestkirinê biryara girtina demkî bihata dayîn. Hiqûq heye lê yên ku pabendî wê dimînin tune ne."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.