DW: Tirkiye dixwaze Împeratoriya Osmanî vegerîne

Erdogan daxwaza osmantiyê dike
کوردستان TV
100%

Beşê erebî yê Malpera DWê ya Almanyayê bi raportek derbarê polîtîkayên Tirkiyeyê yên dawî li herêmê nirxand û diyar kir ku ev polîtîka wiha tên şirovekirin ku Tirkiye dixwaze împeratoriya Osmanî vegerîne û hewl dide erda xwe berifreh bike.

DW di raporta xwe de balê dikişîne ser gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ku dibêje, "çavê welatê wî di sînor û xaka ti dewleteke din de tine" û wiha dewam dike: "Lê hinek raportên çavdêrên siyasî dibêjin ku hîn jî xewna împeratoriya osmanî di serê tirkan de ye û Erdogan jî xeyal dike ku bibe xelîfe."

​Di berdewamiya raportê de wiha tê gotin: "Ji destpêka qeyrana Sûriyeyê ve, Tirkiye bû aktorekî sereke di hevkêşeya siyasî ya. Li gel plankirina avakirina baregehên leşkerî, Tirkiyeyê çend destwerdan jî li Sûriyeyê kirin ku ya herî dawî li Efrînê bû."

Herwiha malpera almanî balê dikişîne ser hebûna Tirkiyeyê ya leşkerî li Herêma Kurdistanê û wiha dibêje: "(Ew hebûna Tirkiyeyê) jêdera zêdebûna rageşiyê di navbera herdu welatan de(Tirkiye û Iraqê)."

DW hêzên Tirkiyeyê yên li Qeterê hatine bicihkirin jî bi bîr tîne ku li ser daxwaza birêveberiya wî welatî piştî ambargoiya dewletên kendavê û Misirê hatibûn şandin.

Ji aliyê din ve, nûçe behsa wan raportan dike ku dibêjin niyeta Tirkiyeyê heye li Deryaya Sor jî cî bibe û dibêje: "Di vê çarçoveyê de, peymana Tirkiyeyê ya ji bo girava Sewakinê ya Deryaya Sor li gel Sûdanê hat ku Erdoganî bi hevkarê xwe yê sûdanî Omer el Beşîrî re îmze kiribû."

Raport li ser baregeha leşkerî ya li Somalyayê jî disekine û dibêje: "Li rojhilata Afrîkayê jî Tirkiyeyê baregeheke leşkerî ya mezin li başûrê Mogadishoyaya payextê Somalyayê vekir."

 

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.