Rûsya: Sîvîlên Gutaya Rojhilat jiber êrîşan nikarin derkevin

Rûsya dibêje jiber êrîşên çekdaran xelk nikare derkeve
کوردستان TV
100%

Artêşa Rûsya ragihand ku jiber êrîşên çekdarên radîkal ji Gutaya Rojhilat ti sîvîl derneketine.

General Viktor Pankov, ku berpirsê herêma bêceng ya Gutaya Rojhilat e, ji rojnamevanan re da zanîn ku ‘’jibo ku sîvîl ji herêmê derkevin di 09:00’an de korîdoreke însanî vebû, lê jiber êrîşên çekdarên radîkal sîvîl nikarin ji herêmê derkevin’’

Karbidestên Ceyşul Îslamê, ku li Gutaya Rojhilat yek ji komên serhilda ye, ji Reuters’ê îdiayên ser êrîşên serhildayan red kir.

Rûsya dabû zanîn ku ewê her roj di navber 09:00 û 14:00 de agirbest hebe û bi vî şiklî ewê sîvîl ji Gutaya Rojhilat derkevin.

Li Gutaya Rojhilat bi qasî 400,000 sîvîl dijîn û karbidestên alîkarîyê radgihînin ku li wê herêma krîza xwarin û vexwarinê destpê kiriye.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.