Hizbulaha Iraqê: Em ti carî teslîmê Amerîkayê nabin

hizbulaha Îraqê gefan li Amerîkayê dike
کوردستان TV
100%

Berdevkê yekîneyên Hizbulaha Iraqê Cafer Huseynî di axaftina xwe de ragihand ku em amade ne welatê xwe li dijî Amerîkayê biparêzin.

Berdevkê yekîneyên Hizbulaha Iraqê Cafer Huseynî di axaftina xwe de got: Em ti carî teslîmî Amerîkaya ku dixwaze dîsa Iraqê dagir bike nabin. Em qebûl nakin Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê bidomîne. Amerîka bi behaneya şerê DIŞIê dixwaze hebûna xwe ya li Iraqê bidomîne. Salên tekoşîna bi DIŞIê re plana Amerîka ya li Iraqê derxist holê. Em amade ne welatê xwe li dijî Amerîkayê biparêzin."

Cafer Huseynî di berdewamiya axaftina xwe de got: Ne em û jî endamên Hizbullahê di hilbijartinan de nabin namzed. Di hilbijratinê de em ê piştgiriya namzedên dirist, netewperwer û fedekar bikin. Em dixwazin xelkê Iraqê hemû beşdariya hilbijartinê bikin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.