Li Efrînê 5 welatiyên din hatin şehîd kirin

kuştina sivîlan li Efrînê didome
کوردستان TV
100%

Tevî agirbestê lê êrîşên Tirkiyeyê bo ser sivîlan dom dikin.

Ajansa ANHA yê ragihand ku balafirên TSK'ê gundê Yelanqoz ê girêdayî herêma Cindirêsê bombebaran kir.

Di êrîşê de 5 sivîl hatin kuştin. Hediye Yûsif jî got Tirkiye biryara agirbestê binpê dike.

Li gel biryara Netewên Yekgirtî bombebarana li dij Efrînê berdewam dike. Li gorî agahiyên ANHA yê belavkir,balafirên şer ên TSK'ê li gundê Yelanqoz ê girêdayî herêma Cindirêsê bombe barandin. Di êrîşê de 5 sivîl hatin kuştin. Jinek ku ji komkujî filitî diyar kir ku balafirên TSK'e di saetên serê sibehê de bombe li gundê Yelanqoz barandin û 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

Yekîneya Heyva Sor a Kurd cenazeyê 5 welatiyên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan ji bin xerabeyan derxistin. Navên kesên jiyana xwe ji dest dan nehat diyarkirin.

Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif bang li Konseya Ewlehiyê ya navnetewî kir ku zextê li Tirkiyeyê bike da ku biryara agirbestê li Sûriyeyê pêk bîne. Hediye Yûsif diyar kir ku Tirkiye biryara civaka navnetewî binpê dike û hovîtiya xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dike.

Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif di dawiya axaftina xwe de got ku Tirkiye ji bîstikên destpêka wergirtina biryara agirbestê li Sûriyeyê hovîtiya xwe li dijî gund û bajarokên Efrînê zêde kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Divê Konseya Ewlehiyê biryar û gavên aktîf bavêje da ku hovîtiya artêşa Tirk a dagirker were rawestandin.”

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.