PeyamaKurd-Serokê berê yê ENKSê Brahîm Biro dibêje, hatina hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê bo Efrînê bûye sedem, ku Tirkiye êrîşên xwe li ser Efrînê zêdetir bike, ji ber ku hikûmeta Sûriyê hêzên fermî neşandiye Efrînê. Rejim ji aliyê xwe ve bi zanistî hêzên Heşda şebî şandine Efrînê. Ev yek dibe sedem, ku Tirkiye êrîşên xwe zêdetir bike.
Derbareya operasyona leşkeri ya Tirkiyê ser Efrînê Brahîm Biro êrîşên Tirkiyê ser Efrînê berdewamin. Ji ber rêkeftina PYD û rêjîma Sûriyê hêjî tu hêzeke fermî neçûye Efrînê û tenê hêzên Hşda şebî çûne Efrînê. Ev jî dibe sedem, ku Tirkiyê êrîşên xwe li ser Efrînê zêdetir bike.
Biro berdewamiya axaftina xwe de got: Em wek ENKS berdewam in li ser hewlên xwe ji bo rawestandina şer. Me serdana çend welatan jî kiriye û me daxwaz ji wan kiriye ku alîkar bin ji bo rawestandina şer. Ji ber ku ji bilî ziyana şer tirsa me ji wê yekê heye ku bi hatina wan hêzên Erebî demografiya navçeyê jî bê guhertin, lê heta niha ti gav ji bo rawestandina şer nehatine avêtin.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin