Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di çarçoveya biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de bangewazî kir ku divê ev biryara agirbestê li Sûriyeyê tavilê têkeve meriyetê.
Li gorî ragihandina Berdevkiya Sekreterê Giştî yê NY Guterres biryara ji bo agirbesta 30 rojî ya li Sûriyeyê bi kêfxweşî pêşwazî kiriye.
Guterres herwisa bang kir ku divê ew biryara ji bo ku alîkariyên mirovî ji Sûriyeyê re werin şandin û nexweş û birîndarên rewaş wan giran werin tehliyekirin, tavilê were pêkanîn.
Guterres ji hemû aliyan xwest kul i gorî hiqûqa navdewletî tevbigerin û sivîl û şûnwarên sivîlan biparêzin û herwisa wî derbirî ku di dema têkoşîna li dijî terorê de divê ev xal jî neyên paşçavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin