Şandeka pilebilind ya Koreya Bakûr diçe Koreya Başûr

bo temaşe kirina yariyan çûye
کوردستان TV
100%

 

Şandeka pilebilind ya Koreya Bakûr ji bo merasima xilasbûna yariyên olîmpîkê diçe Koreya Başûr.

Yariyên olîmpîkê îsal li bajarê Piyong Çang yê Koreya Başûr hatin lîstin. Ev organîzasyon, ji rûdanên sportîf zêdetir bi bandora siyasî ya li ser pêwendiyên Koreya Bakûr û Koreya Başûr deng veda. Xûşka serokê Koreya Bakûr jî bi sporvan û lîstikvanên Koreya Bakûr re derbasî Koreya Başûr bibû.

Yariyên olîmpîkê îro xilas dibin. Bi vê helkeftê şandeka pilebilind ya Koreya Bakûr çûye bajarê Piyong Çangê yê Koreya Başûr. Fermandeyekî artêşa Koreya Bakûr serokatiya wê şandê dike.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.