Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ew dê Minbicê ji YPGê pajin bikin û li wê derê narawestin û ew dê berê xwe bidin rojhilatê Çemê Firatê jî û dê wê derê jî kontrol bikin.
Erdogan îro li Enqerê di civîna asayî ya serokên liqên rêxistinên partiya xwe AK Partiyê de gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de amaje bi operasyona artêşa wî welatî bo ser Efrînê kir.
Erdogan diyar kir, ku operasyona wan a li Efrînê ya bi navê “Operasyona Çiqlê Zeytûnê” dê berdewam be got, tevî rewşa xirab a hewayê, şertûmercên cografî û pevçûnên dijwar, ew hêvî dikin ku beşa duyem a operasyonê bileztir birêv biçe.
Derbarê sedema destpêkirina wê operasyonê de, Recep Tayyip Erdogan got, wan ji bo ewlekirina sînorê xwe û dûrxistina gefên li ser Tirkiyê û herwiha ji bo ku 3.5 milyon koçberên Sûrî yên li Tirkiyê vegerînin nav axa Sûriyê û wan li Efrînê bicih bikin, êrişa ser Efrînê dest pê kiriye.
Erdogan amaje bi zehmetiya cografyaya Efrînê û şerên giran di navbera hêzên wî welatî û hêzên YPGê de kir û got: “Tevî zehmetiya cogragiyaya Efînê û xirabiya keşhewayê, lê belê operasyona ser Efrînê dê li gorî planê birêve biçe û qonaxa dahatî jî dê bi awayekê bilez birêbe biçe. Di 35mîn roja ‘Operasyona Çiqlê Zeytûnê’ de me karî 415 kîlometran kontrol kiriye.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin