Li gelek bajaran operasyona binçavkirinê hate lidaraxistin. Leşkeran li 4 gundên Geverê bi ser gelek malan de girt û 9 kes binçav kirin.
Operasyona binçavkirinê bê navber berdewam dike. Leşkeran avêt ser 4 gundên Gevera Colemêrgê. Di avêtina ser gundan de yek jê jin 9 kes hatin binavkirin.
Di avêtina ser gundên Tîloran, Şîşemzîn, Dara û Yoncalikê kesên hatin binçavkirin, birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Piştî karên li fermandariya cendirmeyan, kesên binçavkirî sewqî Emniyeta Navçeyê hatin kirin.
Di avêtina ser malan de tifingên bi ruxset hatin destserkirin û her wiha saetên logoya DBP'ê li ser in jî bi hinceta "tabloya ku agahiyên rêxistinê dihebîne" hatin desteserkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin