Adrîan Galloway: Li Efrînê sivîl tên kuştin

pentagon dinêje Tirkiye li Efrînê sivîlan dikuje
کوردستان TV
100%

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA serdar Adrîan Galloway diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk li Efrînê sivîl dimirin.

Li gorî radyoya Dengê Amerîkayê Galloway bersiv da pirsên televîzyona El Hûra. Galloway li ser gefa Tirkiyeyê ya êrîşa li dijî Minbicê got, "Naxwazim ku di vê rewşê de li ser gengaziyan spekulasyonê bikim."

Galloway got, "Ewlekariya Minbicê di destê hêzên wê derê de ye. Ev hêz jî ji pêkhateyên wir ava bûne. Ereb, Kurd û yên din hene ku ji bo parastina civaka xwe xwe perwerde kirine."

Galloway diyar kir, êrîşa li ser Efrînê berê şerê li dijî DIŞI'ê ber bi aliyekî din ve biriye û wiha dewam kir: "Hêzên ku li Efrînê operasyonê dikin, çi Kurd, çi hevalbendê NATO'yê Tirk, ya jî hêzên rejîmê, bala şerê li dijî rejîmê ku 'şerekî girîngtir e' ber bi cihekî din ve birin."

Galloway da xuyakirin ku ew destekê nadin hêzên Kurd ên li Efrînê û got, "Lê belê, em di wê baweriyê de ne ku bûyerên niha li Efrînê diqewimin dikarin bala li ser têkoşîna dijî gefa DIŞI'ê belav bike."

Galloway destnîşan kir ku li Efrînê sivîl tên kuştin û got, "Niha rewşeke welê heye ku sivîl dimirin û mirov ji ber şîdetê nikarin li malên xwe vegerin. Lewma ya girîng e ew ku alozî bê kêmkirin. Ji bo kêmkirina aloziyê û çareserkirina pirsgirêkê bi rengê ku fikarên hevalbendên me yên Tirk jî ji holê rake, em ê destekê bidin hevkarên xwe yên li Wezareta Karên Derve ku di vî warî de dixebitin. Di vê navberê de em ê şerê xwe yê li dijî DIŞI'ê jî bidomînin ku gefa sereke ya li herêmê ye."

Galloway got, "Her kêliya ku şerê DAÎŞ'ê nayê kirin, dibe sedem ku ew xwe ji nû ve komî ser hev bikin û şervanên nû tevlî nava xwe bikin" û axaftina xwe wiha qedand: "Lewma divê em bi lez û bez vê mijarê çareser bikin. Divê em şîdeta li Efrînê daxînin. Bi vî rengî em ê karibin li têkoşîna li dijî DIŞI'ê û rêxistinên din ên terorê yên li Sûriyeyê vegerin."

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.