Fransayê biryar da penaberên ne yasayî zîndanî bike

vê penaberên neyasayî werin girtin
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Fransayê proje yasayek ji bo girtina penaberên ne yasayî amade kiriye û ew proje yasa bê pejirandin dê penaberên ne yasayî bên girtin û zîndanî kirin.

Li gor çapemeniya cîhanê wezîrê navxwe yê Fransa Gerard Collomb proje yasa daye hikûmeta Fransayê ku bê pejirandin û ji parlamentoyê re bê rêkirin.

Proje yasa taybete bo penaberên li welatên Yekitiya Ewropa bi rêya zincîre çiyayên Alp ve xwe digehînin bo Fransa. Her penaberekî ku bi awayek ne yasayî waha çûbe Fransa dê salekê bê zîndanî kirin û 3750 Euro ceza bide.

Herwaha di proje yasayê de amaje bi vê yekê hatiye kirin ku, pêwîste ew penaberên li Fransa karta kar kirinê û manê sexte çêkirine, 5 salan bên zîndanî kirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.