Serok Barzanî li gel şandeke Rojavayê Kurdistanê civiyan

şanda rojavayê Kurdistanê behsa çalakiyên xwe kir
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Efrînê û êrîşên ser Efrînê kirin.

Îro Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya desteya Serokatiya civata Kurdî ya li Sûriyayê kir.

Di civînê de behsa rewş û pêşhatên dawî yên siyasî û ewlekarî yên li Rojavayê Kurdistanê û Efrînê hate kirin û bîrûra derbarê pêşroja Rojhilatê Firatê û hevkêşeyên leşkerî û siyasî yên li deverê de lihev veguhastin.

Her di heman civînê de şanda mêwan bi awayekî kurt behsa têkiliyên xwe yên li gel hêzên û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê kir û balkêşande ser kar û çalakiyên desteya Serokatiya civata Kurd li Sûriyeyê.

Di berdewamiya civînê de jî Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û behsa pêşeroj û metirsiyên li berdem gelê Kurd li Sûriyeyê kir û şîretên pêwîst di vê derbarê de pêşkêşî şanda mêwan kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.