Mithat Sancar bû cîgirê serokê parlementoyê

parlementerê Merdînê yê HDPê ye
کوردستان TV
100%

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Mithat Sancar bû cîgirê nû yê Serokatiyê Parlementoya Tirkiyeyê.

Li gorî nûçeya Huseyin Şimşek yê Birgunê ji bo cîgirtiya serokatiya parlementoyê ji dêvla Pervin Buldan parlementerê Mêrdînê Mithat Sancar hat hilbijartin.

Ji bo cîgirtiya serokatiya parlementoyê navê parlementerên HDPê Sirri Sureyya Onder, Mithat Sancar, Filiz Kerestecioglu û Osman Baydemir derbas dibû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku parlementerê HDPê Mithat Sancar di sala 1963an li Mêrdînê jidayîk bûye. Berî ku were hilbijartin li Zanîngeha Enqereyê (AU) ders dida. Di hilbijartinên 7ê hezîran 2015an de ji HDPê bûbû namzed û hatibû hilbijartin. Sancar di mijarên hiqûqî, mafê mirovan û bîroziya dewletê de pispor e.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.