Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murad Qereyilan ragihand ku armanca Tirkiyeyê ne tenê Efrînê, dixwaze şoreşa Rojava hemû ji holê rake. Ango di avakirina Sûriya nû de kurdên Rojavayê Kurdistanê statu negirin e.
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murad Qereyilan ji televîzyona nêzî PKKê re axivî û armanca operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê nirxand û diyar kir ku êrîşa li ser Efrînê dewama komployê ye û niha berxwedaneke bêhempa li Efrînê tê dayîn.
Qereyilan wiha pê de çû: "Tirkiye armanca xwe hîn fireh kiriye. Armanc tenê ne Efrîn e; dixwaze Şoreşa Rojava hemû ji holê rake. Ango di avakirina Sûriya nû de kurdên Rojavayê Kurdistanê statu negirin. Ji bo vê lazime komployê lidar bixe. ger vê pêk bîne, vê carê wê bixwazibe statuya li Başûrê Kurdistanê jî yan ji holê rake, yan jî tengav bike. Ango dewleta Tirkiyê, konsepta nû bi rê xist û dixwaze di mîhwera vê konseptê de weke Komploya Navdewletî nûjen bike armanca wan ev e; hemû destkeftiyên kurdan ji holê rake. Ji bo ku bikaribe bi rastî siyaseta xwe ya qirkirinê bi ser bixe, niha ev ji bo xwe kiriye armanc."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin