Kremlînê ragihand ku Amerîka, bê ku delîlan nîşan bide Rûsya bi maytekirina hilbijartina seroktîyê ya 2016’an tawanbar dike.
Washinghtonê 13 hemwelatîyên Rûsya û 3 sazîyên Rûs bi mudaxaleya hilbijartinên serokatiyê ya 2016’an tawanbar kiribû.
Dozgerên federal hefteya borî dîyar kiribû ku hemwelatîyên Rûsya bo ku bandorê li fikrên siyasî bikin tawanên wek sextekarîya elektronîk û diziya nasnameyan kirine.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov da zanîn ku Amerîka ne Rûsya, lê şexsan tawanbar dike û bo maytekirina Rûsya li hilbijartinan ti delîlalan nîşan nade.
Peskov got: Rûsya ji berê de mudaxaleyî karên navxweyî yên welatên din nake, niha jî nake.
Kremlinê berê jî çend caran ragihandibû ku bi ti awayî tilîya wê di encamên hilbijartinên seroktîyê ya 2016’an ya Amerîka de tune.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin