Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro Duşemê hişyarî da hikûmet Sûriyê ku ewê şerê hêzên wê ku bo parastina şervanên YPG'ê têkevin Efrînê, bikin.
Cavuşoglu di preskonferansekê de li Urdunê got: Ku hikûmet jibo paqijkirina PKK'ê û PYD'ê dikeve Efrînê, pirsgirêk tuneye, lê ger tên ku wan biparêzin, ti kes û ti tişt nikarin me bisekinînin, leşkerên Tirk rawestînin.
Medya dewleta Sûrî ragihand ku mîlîşayên ser bi hikûmetê, di demjimerên pêşî de têkevin Efrînê ku dijî hêzên Tirk şer bikin.
Tirkiyê meha borî dest bi operasyoneke leşkerî ya dijî herêma Efrînê kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin