Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel çendîn serkirde û wezîrên welatên cîhanê civiya.
Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî di roja duyem a Konferansa Asayişê ya Munichê de ligel çendîn serkirde û wezîrên derve û berevaniyê yên welatên cîhanê civiya. Ewlehiya herêmê û pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê, mijarên sereke yên gotûbêjên Nêçîrvan Barzanî û serkirdeyên cîhanê bûn.
54mîn Konferansa Asayişê ya Munichê bi beşdariya 600 serokên welatên cîhanê û kesayet û rêxistinên cîhanî berdewam e. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şanda Kurdistanê di roja duyem a konferansê de ligel rayedarên payebilin ên welatên cîhanê çendîn hevdîtin pêk anîn.
Roja duyem a Konferansa Asayişê ya Munichê, ji bo şanda Herêma Kurdistanê rojeke gelek bi liv û tevger û civînên ciyawaz bû. Di civînan de şanda Kurdistanê û welatên cîhanê behsa rewşa Iraqê bi giştî û rewşa Herêma Kurdistanê bi taybetî gotûbêj kirin.
Yekem civîna Nêçîrvan Barzanî û şanda Herêma Kurdistanê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bû, piştre şanda Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ligel şanda hikûmeta Kuwêtê ya bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Kuwêtê Şêx Xalid Sebah civiya.
Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke hikûmeta Almanyayê ya bi serokatiya Şêwirmendê Angela Merkel bo Karûbarê Derve û Siyaseta Ewlekariyê Jan Hecker hevdîtinek pêk anî û piştre ligel şandeke Parlementoya Almanyayê ya ji Partiya Sosyal Demokrat civiya.
Şanda Kurdistanê di roja duyem a konferansê de li Munichê ligel Cîgirê Serokê Berêyê Amerîkayê Joe Biden jî civînek pêk anî.
Weke din şanda Herêma Kurdistanê bi şanda herêma Bavaria ya Almanyayê re, bi Wezîrê Dewletê ya Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn û Geşedana Navdewletî Alistair Burt û Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê Peter Hultqvist re civiya.
Di beşeke mezin a civînên şanda Herêma Kurdistanê û rayedarên payebilind ên welatên cîhanê de behsa çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
Roja înê (16-02-2018) li gor dema Kurdistanê, 54mîn Konferansa Asayişê ya Munichê li Almanyayê dest pê kir û sê roj berdewam dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin