Şanda Kurdistanê li gel wezîra derve ya Norwecê civiya

behsa têkiliyên navbera her du aliyan kir
کوردستان TV
100%

Civîn û hevdîtinên şanda Kurdistanî li Munichê dom dikin.

Şanda Kurdistanê ya bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  li gel Wezîra Derve ya Norwecê Ine Marie Eriksen Soreide li Munichê civiya.

Di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Norwêcê, rewşa deverê û şerê dijî terorîzmê hate kirin.

Ev civîna sêyem e ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Asayişê ya Munichê de pêk tîne ku îro ligel şandeke Wezareta Derve ya Almanyayê û ligel Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen civiyabûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.