Li bajarê Sineyê hatiye danîn.
Hate ragihandin ku peykerê hunermendê kurd Osman Hewramî li bajarê Sinê yê Îranê li kolana Kosey Hecic hate danîn.
Ji bo hunermendê bi nav û deng Osman Hewramî merasîmeke taybet hat lidarxistin. Di merasîmê welatî û parêzgarê Sine amade bûn.
Di merasîmê de peykerê Hewramî ku ji aliyê peykersazê kurd Hadî Ziyaedin ve hatiye çêkirin hat vekirin.
Hewramî bi dengê xwe yê resen û miqamê ‘Siya Çemane' ku avakarê wê tê tê nasîn. Tevî gelek kasetên tomarkirî Hewramî li meclis û dawetan û herwiha di televizyonan de jî bi gelek stranbêjan re duet kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin