Dadgeha Tirk biryara azad kirina Denîz Yucel dide

yek sal bû di girtîgehê de bû
کوردستان TV
100%

Karbidestên Almanî ragihand ku rojnamevan Denîz Yucel, ku saleke li Tirkiyê girtî ye, îro ji girtîgehê tê berdan.

Berdevkê wezareta derve yê Almanya Rainer Breul kêfxweşiya xwe li ser biryarê diyar kir.

Breul li Berlînê ji nûçegîhanan re got:  Em dixwazin spasiya sîstema dadweriya Tirkiyê bikin,

Parêzêrê Yucel, Veysel Ok jî li ser Twitter’ê da zanîn ku di dawîyê de biryarek hate dayîn ku Denîz Yucel were berdan.

Yucel ku xwedîyê statuya hemwelatîya Almanî û Tirkî ye, bi sedemên terorîzmê û propaganda terorê, di 14’ê Şubatê de li Stenbolê hatibû desteser kirin.

Hikûmeta Almanî girtina wî wek gaveke sîyasî bi nav kiribû û ew yek di navbera Almanya û Tirkîyê de bûbû sedema krîzeke kûr.

Hêjayî balkişandinê ye ku biryara berdana Yucel, rojeke piştî hevdîtina serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ya ligel hevtaya wî ya Alman Angela Merkel li Berlînê tê.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.