Wezîrên welatên Yekîtîya Ewrûpa dijî operasyona Efrînê ne

Ewrûpa rexneyên tund li Tirkiyeyê digire
کوردستان TV
100%

Wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewrûpa (YE) li Sofya kom bûn.

Wezîr di civînê de ser operasyona Tirkiyê ya dijî Efrînê û tundûtûjiya li Sûriyê zêde dibe axifîn.

Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel di ser operasyona Tirkiyê ya dijî Efrînê re diyar kir ku pevçûnên li Sûriyê divê bi dawî bibin.

Gabriel da zanîn ku YE divê girjîya leşkerî ya li bakurê Sûriyê daxîne.

Wezîra Derve ya Avusturya Karin Kneissel jî diyar kir ku jiber operasyona Efrîne dibe ku di navbera Amerîka û Tirkiyê de girjiyeke leşkerî çêbe.

Kneissel got ku şerê li Sûriyê ketîye sala heftan û divê YE bang li alîyên şer bike û wan li maseya diyalogê bicivîne.

Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn jî dîyar kir ku aktorên li Sûriyê divê bala xwe bidin têkbirina DIŞIê.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.