Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li Eneqeryê hevdîtinek pêkanîn.
Piştî hevdîtina herdu wezîran civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Herdu aliyan eşkere kirin ku wan biryar daye ku mekanîzmayekê pêk bînin ku têkiliyên herdu aliyan vegerin rewşeke asayî.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu got ku divê YPG ji Minbicê derkeve û wî jî îdîa kirku Minbic bajarekî erebî ye. Çavuşoglu wiha axivî: ‘Amerîkayê sala 2016an soz dabû me. Em li bendê ne ew soz bicih werin. Divê YPG ji Minbicê derkeve ji rojhilatê Minbicê vekişe. Minbic ji 95 bajarekî erebî ye. Hindî ku YPG ji wê derê dernekeve seqamgerî venagere wî bajarî.’
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson jî di derbarê Minbicê de ragihand ku ew dixwazin ev bajar di bin kontrola hevalbendên wan de bimîne û wiha axivî: ‘Minbic bajarekî stratejîk e. Em dixwazin ev bajar di bin kontrola mitefîkên me de bimîne.Em naxwazin hêzeke din bikeve vî bajarî. Em xaleke girîng e di niqaşên me de. Em dixwazin li Sûriyê bêyî ku parçe bibe çareseriyekê bibînin. Em li ser tevahiya Bakûrê Sûriyê li ser çareseriyekê digerin.’
Tillerson axaftina xwe wiha dewma kir: ‘Xebata me ya li gel Tirkiyê li Sûriyê girîng e. Me ji wan re got ku piştevaniya me ya ji bo HSDê wê sînordar be.’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin