PKKê êrîşî ser cêyê leşkerî yê Tirkiyeyê kir.
Di vê derbarê de navenda ragehandina hêzên parastina gel (HPG) daxuyaniyek weşand û têde eşkere kir ku roja 13ê sibatê gerîlayên HPGê li devera Batîfa ya nizîk li Zaxoyê êrîşî ser binkeyeke leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê kirine.
Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku gerîla ji 8 aliyan ve êrîş pêk aniye û di encama êrîşa han de 22 leşkerên Tirk hatine kuştin û 10 leşkerên din jî birîndar bûne.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye tekez kirin ku tank û zirepuşeke artêşa Tirkiyeyê jî hatine jinav birin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin