Dadgeha Tirkiyeyê rê neda balyozê Almanyayê doza Demirtaşî bişopîne

dixwest wenêrînê bo doza Demîrtaş bike
کوردستان TV
100%

Dadgeha Tirkiyeyê destûr nedabû şandeyeke biyanî ku darizandina Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demritaş bişopînin. Balyozxaneya Almanyayê ragihand ku dadgehê destûr nedaye Balyozê Almanyayê Martin Erdmann jî darizandinê bişopîne.

Balyozê Almanyayê Martin Erdmann û dîplomatên welatên din xwestibû darizandina Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demritaş bişopînin.

Balyozxaneya Almanyayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand "Balyozê Martin Erdmann û dîplmatên welatên din bi hev re çûbûn doza Demirtaşî ya ku Sincanê bi rê ve diçe bişopînin. Lê dadgehê destûr neda wan têkevinê. Koma niha li derve li bendî geşedanan e."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.