Wezîrê derve yê Tirkiyeyê dibêje li gel Îraqê rêkeftinek li dijî PKKê îmze kirine.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bilêv kir ku wek operasyona Efrînê divê li Qendîl û Şingalê jî operasyon bên kirin û ew amade ne her cure piştgiriyê bidin Iraqê. Çavuşoglu da xuyakirin, bi hikûmeta Iraqê re rêkeftine ku li Şingalê rê nede PKKê.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Kuwaitê bersiva pirsên rojnamevanan da û got: "Divê Iraq ji PKK û YPG bê paqijkirin ku ji bo aramî û ji nûve avakirina Iraqê jî girîng e. Divê PKK ji Qendîlê, Silêmanî, Şingalê û deverên din jî bên derxistin. Çavuşoglu got, PKK ji Şengalê diçin Sûriyê û tên. Hikûmeta Iraqê dê sînor biparêze. heger hemû alî di vê çarçoveyê de piştevaniya Iraqê bikin, dê bipêş bikeve.
Nav hatî got: "Operasyonek wek Efrînê divê li Qendîlê jî pêk were. Ji bo me jî û bo Iraqê jî girîng e. Li kûderê PKK hebe, divê jê bên derxistin. Em çawa karin li bajar û çiyayên xwe derxin, divê yên nava Iraqê jî bên paqijkirin. Emê her cure piştgirî bidin Iraqê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin