Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser pêvajoya aştiyê ya li Sûriyeyê axivî û ragihand ku Moskow piştgiriya beşdarbûna kurdan di vê pêvajoyê de dike. Ji ber ku kurd beşekî ji Sûriyeyê ne.
Lavrov wiha pê de çû: "Em dizanin ku Tirkiye bi çevekî çawa li komên kurdan dinêre. Herçiqas bi awayekî cuda jî vê yekê binirxînin, ev rastiyeke. Piştguhkirina vê meseleye tevgerekî şaş e. Em encamê vê piştguhkirinê li Efrînê dibînin."
Lavrov got: "Ez dixwazim bibêjim ku Rûsya ji serî ve dixwaze kurd beşdarî pêvajoya aştiyê ya krîza Sûriyeyê bibin. Kurd beşekî ji civaka Sûriyeyê ne. Bê kurdan çareserî û îstîqrara Sûriyeyê ne pêkan e."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin