Di civînê de behsa têkiliyên navbera her du aliyan hate kirin.
Wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian piştî serdana xwe bo Bexdayê êwara îro serdana Kurdistanê kir û ji aliyê rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Piştî merasima pêşwazîkirin, wezîrê derve yê Fransayê serdana nivîsgeha Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Di civînê de Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Fransayê behsa çend mijaran weke têkiliyên navbera Hewlêr û Parîs, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexda, şerê dijî DIŞIê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin