Para mûçeya salane ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku heya niha salê 6 triliyon û 643 milyar dînar bûn niha daket 6 trîliyon û 597 milyar dînaran.
Mûçeyên Salane ya Herêma Kurdistanê ku divê ji salê carekê bê zêdekirin li ser talîmata Serokwezîr Ebedî ve hat kêmkirin. Serokwezîr Ebadî ku berê soz dabû kurdan dê mûçeyên wan bidana, lê berovajiya sozên xwe û daxwazên kurdan, careke dî para Herêma Kurdistanê ji bûdceya giştî ya Iraqê kêm kir.
Mesûd Heyder endamê Komîteya Darayî ya parlamentoya Iraqê, ragihand ku Ebadî reşnivîseke din a projeqanûn bûdceya Iraqê ya ji bo sala 2018an ku hatiye destkarîkirin, ji parlamentoyê re şandiye, lê belê li şûna ku para Herêma Kurdistanê zêde bike, hê jî kêmtir kiriye.
Heyder di beyanata xwe de got: "Li gor reşnivîsa nû ya projeyasaya bûdceyê ku ji parlamentoya Iraqê re hatiye şandin, ji para ku berê ji Herêma Kurdistanê re hatibû diyarkirin, Ebadî nêzîkî 50 milyar dînarên din jî kêm kiriye. Ew yek cihê matmayînê ye, xuya ye ku Ebadî dixwaze arîşe û aloziyan derxîne ji bo ku projeqanûna bûdceyê neyê pesendkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin