Wezîra Bergiriyê ya Almanya Ursula Von Der Leyen ji Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û piştî gera xwe temam kir, bo çapemeniyê konferansekî da.
Wezîra Almanya di konferansa çapemeniyê de weha ragihand: “Ez bo seredana pêşemerge û hêzên Alman yên ku perwerdê didin pêşmergeyan li vê derê me. Ev 3.5e hêzên me li Kurdistanê ne û me bi sûdwelgirtin bi hevre derbas kiriye. Bi taybetî hêzên me yên vê derê ragihandin ku pêşmerge zû fêrî her tiştî dibin û di perwerdê de zahf başin.”
Rêvebirên Kurdistanê yên leşkerî û sîvîl bi jimareka zêde dora wezîra girtibûn û wê diparastin. Di dewama konferansa çapemeniyê de wezîra Leyen weha got:
“Iraq û pêşmerge li dijî DAŞIê şereke baş dan. Biserketin lê ev nayê wateya qedandina terorê. Em diçin qonaxeka nû. Qonaxa aramiyê. Ew tiştên bidestkeftî divê bi awayeka seqamgirî bi Bexdayê re, li seranserê welat bên parastin. Hêzên şer, divê bi awayeka nûjen bên reformekirin, bi profesyoneli bên perwerdekirin, ji wan re lojîstîk bê amadekirin û xizmetên tenduristiyê bên temamkirin. Bo pêşmerge tenduristî girîng e.”
Leyen, ragihand ku li Bexdayê jî bo derbasî qonaxa seqamgiriyê û aramiyê bibin çi pêwiste gotine. Divê Kurd bi Bexda re hevkariyê bikin. Her weha wezîra, sipasiya pêşmerge kir û got ku pêşmerge ne tenê bo Kurdan lê di şûna hemû dinyayê de li dijî terora DAŞIê şer kiriye. Ew ti carî dê qurbaniyên pêşmerga ji bîr nekin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin