Tê xwestin ku aborî weke kart li dijî Tirkiyeyê were bikaranîn.
Parlamentera Dewleta Qanûnê Zeyneb Xezerciyê ji hikûmeta ıraqê xwest ku dosyaya aborî wek karteke fişarê li ser Tirkiyeyê bi kar bîne da ku pişka Iraqê ya avê zêde bike.
Xezreciyê di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: "Hecimê danûstendina aborî di navbera Iraq û Tirkiyeyê de gelekî mezin e lewra divê hikûmeta Iraqê fişarê li aliyê Tirkiyeyê bike da ku pişka me ya avê zêde bike ji ber Tirkiyeyê pişla me biriye."
Di berdewamiyê de wiha got: Iraq ji aliyê dewletên ku çavkaniyên avê li wan e, tûşî şerekî avê tê. Ev rewş jî bûye sedema ku çem zuha bibin û rewşa sektora çandiniyê xera bibe."
Herwiha parlamentera iraqî destnîşan kir ku li parêzgehên başûrê Iraqê av kêm e û rewşa çandiniyê xera bûye, nexasim parêzgeha Zîqarê lewra divê hikûmet zûka fişarê di rêya dosyaya aborî de fişarê li Tirkiyeyê bike."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin