Artêşa Tirkiyeyê dibêje 7 leşker kuştîne û 4 din jî birîndar bûne.
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) ragihandibû ku di operasyonên Efrînê de 3 leşkeran hatine kuştin.
TSK daxuyaniyeke din da û diyar kir ku 2 leşkerên hatine kuştin û 4 leşker birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) îro di operasyona li dijî Efrînê de 7 leşker hatine kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye ku demek berê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ragihandibû ku di şerê li Efrînê helîkoptereke artêşa tirk hatiye xistin û 2 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin