Dohê şervanên YPGê derbeke dijwar li artêşa Tirkiyeyê dan.
Di çarçoveya şerê dijî Efrînê de yaku ji aliyê artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve hatiye destpêkirin, dohê şervanên YPGê bersifeke dijwar dan wan êrîşan û derbên giran li artêşa Tirkiye û cîhadiyan dan.
Li gor zaniyariyên berdest, dohê şervanên YPGê koptereke artêşa Tirkiyeyê ya ji cureya ATAK xistine xwarê û di di encam de du polît hatine kuştin.
Herwiha dohê artêşa Tirkiyeyê diyar kir ku di encama pevçûnên roja 10 maha Sibatê de 11 leşkerên Tirk hatine kuştin û 22 leşkerên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin