Li Rûysayê 71 kes mirin

hêzên hawar hatine hin cenaze kom kirine
کوردستان TV
100%

Jiber ketina balefirek li Moskowê 71 kesan jiyana xwe ji dest da.

Balafira ku ji Balafirgeha Domodedovo ya paytexta Rûsya Moskowê tevî 71 rêwiyan rabû ji radarê derket û winda bû. Hat ragihandin ku balafir piştî ji awira radarê derketiye li bajarê Ramenskiyê ketiye.

Rêveberiya Rewşên Lezgîn a Moskowê ragihand ku balafira kompaniya Rêhewaya Saratov a cure Antonov An-148 dibe ku li bajarê Ramenskiy ketibe.

Rêveberiyê herwiha da xuyakirin ku tîmên hawarçûnê dest bi lêgerînê kirine.

Çavkaniyeke ji Balafirgeha Domodedovayê jî da xuyakirin, balafira ku sefera Moskow-Orskê dikir, piştî ku rabûye bi 2 xulekan ji ber radarê winda bûye û cihê ku lê ketiye jî hatiye tesbîtkirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.