Serokwezîr û Balyozê Amerîkayê pêşhatên navbera Hewlêr û Bexdayê dinirxînin

Amerîka û Kurdistan têkiliyên xwe didomînin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Iraqê  Douglas Silliman û şandeke pê re kir.

Serokwezîr û balyozê Amerîkayê behsa dawîn pêşhatên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin, bi taybetî komîtên tîkildarên pirsa mûçe û helgirtina qedexeyî ya ser firkexaneyên Herêma Kurdistanê.

Her wiha hêvî xwestin ku diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê encmên erênî hebe û rê ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkên navbera her du aliyna xweş bike.

Serokwezîr û Balyozê Amerîkayê bal kişandine ser pişkdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li konferansa avedankirna Îraqê ku biryar e li welatê Kuwêtê bihê sazkirin.

Her wiha pêdagirî li ser pişka Herêma Kurdistan ji proje yên avedankirina Îraqê kirin.

Di dawiyê de jî behsa hilbijartinên Îraq û Herêma Kurdistanê û prosêsa siyasî, rewşa Îraqê û deverê piştî nemana DIŞIê li Îraq û Sûryê kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.