Hat ragihandin ku şervanên Kurd karîne 2 gundan ji bin dagirkeriya çekdarên girêdayî Tirkiyeyê derxînin.
Êriş û operasyona artêşa tirk û çekdarên girêdayî wê yên li ser bajarê Efrînê berdewam dikin.
ev 4 roj in li ser Efrînê êrişeke esmanî pêk nehatiye lê topxaneyên artêş tirk bi berdewamî gundên Efrînê topbaran dikin.
Herwiha hat ragihandin ku şeva borî gundên Cela, Elemdera, Çeqmeqa yên girêdayî navçeya Racoyê ji aliyê topxaneyên artêşa tirk ve hatine topbarankirin, li gundê Cela topek li dibistanê ket.
Herwiha li gor agahiyên berdest hêzên YPGê li Cindirêsê tankeke artêşa tirk teqandine û çekdarên girêdayî Tirkiyeyê ji wê derdora çiyayê Hesîrke vekişiyan.
Herwiha hat ragihandin ku gundê Şêx Xorzê ku girêdayî navçeya Bilbilê ye ji destê çekdarên Tirkiyê derxistine û dest danîne ser wesayîteke zirhî û kelûpelên leşkerî. Jibilî Şêx Xorze gundê Xelîl Gulko jî ji destê çekdarên girêdayî Tirkiyeyê hatiye derxistin.
Herwiha tê ragihandin ku şer û pevçûnên giran di navbera şervanên YPGê û artêşa tirk û çekdarên girêdayî wê de diqewimin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin