Jinek xwekuj xwe di nava debistanekê li Bexdayê de teqand.
Di vê derbarê de polîsên Bexdayê diyar kirin ku îro li taxa Tarimiye ya li Bexdayê jinek xwekuj ku piştîneya bombekirî li xwe girê dabû, xwe di nava debistanekê seretayî de teqandiye.
Polîsên Bexdayê eşkere kirin ku ev xwekuja han ji aliyê hêzên polîs ve hatibû dorpêçkirin û dema dibîne ti rê û çareyek jê re nemaye xwe teqandiye.
Jêderên ewlekarî behsa kuştî anjî birîndarên vê teqînê de ti zaniyariyek belav nekirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin