Şervanên YPGê li nizî sînurên Efrînê dest danîn ser tank û cebelxaneya artêşa Tirkiyeyê.
Di çarçoveya operasiyona artêşa Tirkiye û terorîstên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ên li dijî Efrînê de, îro şervanên YPGê li nizî sînurên Efrînê derbeke dijwar li artêşa Tirkiye û terorîstên cîhadî dan.
Li gor jêderên leşkerî yên li Efrînê, şervanên YPGê îro berê sibê êrîşeke beruvajî bo ser ev deverên ku dohê bi roj ji wan vekêşabûn destpê kirine û karîne sê gir û du gund ku dohê vala kiribûn û artêşa Tirkiye û cîhadî têde bicîh bibûn azad bikin.
Jêderên leşkerî herwiha behsa vê yekê jî kirin ku îro gelek leşkerên Tirk û terorîstên cîhadî hatine kuştin û şervanan jî dest daniye ser tankeke artêşa Tirkiyeyê û cebelxaneyeke zêde ya artêşa Tirkiyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin