Tê gotin ku Sûriyê sîstema mûşekî ya parastina asmanî li herêmên Idlib û Helebê daniye.
Rayedarekî artêşa Sûriyê ji ajansa Reutersê re gotiye, artêşa Sûriyê sîstema mûşekî ya parastina asmanî li Idlib û Helebê daniye.
Wî rayedarê artêşa Sûriyê daye zanîn ku bicîhkirina sîstema mûşekî li wan herêmên Sûriyê peyamek e bo wan kesên ku êrişî Sûriyê dikin.
Her çend wî rayedarî navê Tirkiyê neanîbe ziman jî lê ew peyam herî zêde bo Tirkiyê ye çimkî Tirkiye ev 18 roj in êrişî herêma Efrînê ya Kurdistana Sûriyê dike.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûriyê Mîqdad Feysel beriya niha gotibû, sîstema me ya mûşekî bo xistina firokeyên şer yên Tirkiyê amade ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin