Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, ragihand ku di meha Rêbendanê de 17 rojnameger hatine binçavkirin û 7 rojnameger jî hatine girtin.Her wiha ÎRA, ji saziyên çapemeniyê xwest ku li dijî polîtîkayên hikûmetê li gorî rêgezên rojnamegeriyê tev bigerin.
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha Rêbendanê ya binpêkirinê mafên çapemeniyê û rojnamegeran bi raya giştî re parve kir. ÎRA di raporê de diyar kir ku 17 rojnameger hatine binçavkirin, 7 rojnameger jî hatine girtin û niha jî bitevahî 171 rojnameger girtî ne. ÎRAyê di raporê de eşkere kir ku di meha destpêkê ya sala nû de jî binçavkirin, girtin û darizandin kêm nebûn. Rojnamegerên ku li gorî rêgez, sinc û pîvanên rojnamegeriyê tev digerin û li pêy nûçeyan in, her dem di bin gefên îktîdarê de dijîn. Bi taybetî piştî operasyona li dijî Efrînê zextên li ser rojnamegeran zêdetir bû ye. Hikûmetê bi hişmendiya ‘Di şer de ewil rastî tên kuştin' di 21ê Rêbendanê de Serokwezîr Binalî Yildirim bi nûnerê medyayê re civîn pêk anî û bi 15 xalên ku ‘pêşniyarî medyayê; dike xwest medyayê têxe rêzê û li gorî pîvanên xwe rojnamegeriyê bide pêş çapemeniyê."
Li gorî daneyên ku ÎRA kom kirine, binpêkirina mafên rojnamegeran wiha ye: 17 rojnameger binçavkirî, 7 jî girtî ne. Ji 6 rojnamegerên ku hatin darizandin re 10 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat dayin. Rojnamegerê ku xwest biçe Qibrisê çûna wî hat astengkirin. Ji xeynî van binpekirinan, Qanala 1 TV rastî cezayê pereyan hat. 4 malperên nûçeyan ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê (BTK) ve hat asteng kirin. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî 8 caran (bi tevahî 51
car), Jinnews 6 caran, 1 Habervar û Ajansa Mezopotamyayê carekê ji ragihandinê re hatin asteng kirin. Rojnamegerê Rohahi TVyê jî di şopandina operasyona Efrînê de birîndar bû. Dizê ku ket buroya Rojnameya Evrenselê ya Amedê hemû amûrên nûçegîhan dizîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin