Iraq: Amerîka dest bi kişandina leşkerên xwe kir

amerîka dest bi vekêşana leşkerên xwe ji Îraqê kir
کوردستان TV
100%

Berdevkê Hikûmeta Iraqê El Hadîsî, di hevpeyvîna xwe yê li gel ajansa APê de diyar kir ku Amerîka dest bi kêmkirina hêza xwe yê li Iraqê kiriye.

Daxuyaniya hin çavkaniyên amerîkî û rayedarên Iraqê ku diyarkiribûn DYAyê ji welêt hejmara leşkerên xwe wê kêm bike hat piştrastkirin. Berdevkê hikûmeta Iraqê Saad el Hadîsî, ji ajansa AP rê daxuyand ku ‘'têkoşîna li hember DIŞIê bidawî bû, ji ber vê DYA jî li Iraqê dest bi kêmkirina hêzên xwe yên leşkerî dike.''

Ji aliyêdin ve El Hadîsî birbîrxîst ku kêmkirina leşkeran nayê ser wateya ku Amerîka bi tevahî wê ji Iraqê vekşe.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.