Li Amedê 25 saziyên jinan hatin ba hevdû û Platforma Dijle-Amed ava kirin.
Îro li bajarê Amedê , deklerasyona platforma Dijle- Amed ji bo çapemeniyê hate eşkere kirin. Armanca platforma Dijlê-Amedê hate ragihandin ku wê jin li hemberê hemî êrîşan destê xwe bidin hevdû û bi yek dengî wê têkoşîna xwe bikin. Li ser navê platformê aktivîsta bi navê Fîgen Ektî xebata platformê wisa vegot:
“Endamên saziyên ku li Bakûrê Kurdistanê ne di vê platformê de bi rêxistin in.Endamên platformê bi tekoşînê hatine ba hevdû. Bi tevahî li hemberê polîtîkayên desthilatdariyê li hember jinan û polîtîkaya cinsiyetçîyê têkoşîn kirine. Wekî jin şopdarê têkoşîna azadiya jinê,rêxistin kirina jinê û êrîşên ku li ser jinan bi fikrî, fîzîkî, kedê û çandî hebin, li ser pîyan mayîn e.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin