Hikûmeta Îraqê jî êrîşên ser Efrînê şermezar kir

Bexda êrîşên ser Efrînê mehkûm dike
کوردستان TV
100%

Wezareta Derve ya Iraqê ji bo êrişa artêşa tirk a li hemberî Efrînê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya xwe de êrişa li ser Efrînê şermezar kir.

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrajîm Ceferî li ser malpera xwe ya taybet daxuyaniyek belav kir û got: "Em destewerdana Tirkiyeyê ya li herêma Efrînê şermezar dikin. Bê çawa em destwerdana Başîqayê qebûl nakin em destwerdana her welatekî di karûbarên welatekî din de red dikin."

Îbrahîm Ceferî di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje: "Rewşa niha ya Sûriyeyê ji berê baştir e ji aliyê serederiya ligel welatên cîhanê. Divê hikûmeta Sûriyeyê ji bo yekîtî û aramiyê di hewldanên xwe de berdewam be."

Wek tê zanîn artêşa tirk 20ê Rebendanê li hemberî Efrînê operasyoneke leşkerî da destpêkirin, operasyon hê jî berdewam e û li gor çavkaniyên herêmî heta niha bi sedan sivîl di êrişên artêşa Tirkiyeyê de hatine kuştin û birîndar bûne.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.