Amerîka ji Tirkiyeyê gelek aciz bûye.
Tê gotin ku endamên Kongreya Amerîkayê dixwazin biryara sepandina mueyideyan li ser Tirkiyeyê bidin. Li gorî vê, nîqaş tên kirin ku wezîrê dadweriyê di nav de, siyasetvan, dadwer û dozgeran têxin lîsteya mueyideyan.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, tê îdîakirin ku Kongreya Amerîkayê amadekariyê dike ku mueyideyan li ser Tirkiyeyê bisepîne. Li gorî vê, kirîna S-400ê ji Rûsyayê, girtina welatiyê amerîkayê Andrew Brunson û hinek dîplomatên amerîkî wek sedem tên nîşandan û dê ji bo wê "mueyideyên bi-armanc" li ser hinek rayedarên Tirkiyeyê bisepînin.
Endamên Kongreyê dê serî li Qanûna Magnitskyê bide ku "defetê dide ku malê rayedarên dewlet û hikûmetên biyanî yên ku tev li binpêkirina mafên mirovan dibin, ên li Amerîkayê bên cemidandin û geştan wan bo Amerîkayê bê astengkirin.
Peyamnêra Hurriyetê dibêje: "Armanca Kongreyê ew e ku lîsteyekê ji wan kesan amade bike ku bûne sedema girtina Brunsonî û wê lîsteyê bişîne Wezareta Derve ya Amerîkayê. Tê gotin ku Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyeyê jî di nav wan navan de ye ku li Kongreyê tên nîqaşkirin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin