Li Tirkiyeyê 13 kesên din hatin girtin

girtina xelkê li Tirkiyeyê rojbiroj zêdetir dibe
کوردستان TV
100%

Tawana wan ewe ku li dijî şer radiwestin.

Karbidestên Tirk îro înê 13 kesên din yên ku li dijî operasiyona Efrînê rawestiyane desteser kirin, çapemeniya Tirkiyeyê behsa vê yekê dike ku ev kesên han piştgîrî dane belavoka ku ji aliyê yekîtiya nûjdarnên Tirkiyeyê ve li dijî operasiyona ser Efrînê hatiye belavkirin, kirine û bi vê rengî nerazîbûna xwe ya li hember operasiyonê diyar kirine.

Di nav 13 kesên desteserkirî de bizavkarê mafê homoseksuelan Alî Erol jî heye ku peyama “Şer kêşeyeke civakî ya saxlemî ye. #WeStandWithTTB” twît kiribû.

Kesekî din jî bi twîta “Şer mirin e, wêrankirin, xwîn û hêstir e. #NoToWar” parve kieibû.

Dozgerekî Tirk, serok jî di nav de, biryara girtina 11 rêvebirên TTBê dabû, piştî ku wê rêxistinê operasyona ser Efrînê rexne kiribû û gotibû ku “Na ji Şer re, Aştî Aniha”.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan TBB bi îxanetê tawanbar kiribû.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.